• :

2015-07-29 13:12:43

Roja sêşemê 28/7/2015 çalakiyên Mehrecana hawar ya strana kultûrî li rojava li kantona Efrîn despêkir.

Ahengê bi kêliyek bêdeng û rêzgirtî li ser giyanên pakrewanan bi sirûda ey reqîb despêkir,piştre ser navê rêveberiya xweseriya demokratîk û desteya çandê li kantona Efrîn berêz şîraz Hemo Axifî û spasiyên xwe ji yekîneyên parastina gel û ya jin û lehengiya di va qonaxa ku rojava tê de dijî û li hemî  aliyan û karkerên di parastina kultûr û çanda kurdî û li hemî  rewşenbîrên li hindir û derve yê ku pêşkêş kirine û pêşkêş dikin ji bo parastina çanda kurdî bi rêkir.

Bi navê tevgera civaka demokratîk berêz Rojhilat keda karkerên di mehrecanê de ji amedekirina yekemîn di lêkolîn kirina li gundên Efrîn di dema vekirinê de tekez kir ser pêdariya çanda kurdî û tevî hewaldanên reşkirinê û dizîna kultûra kurdî ji aliyê siyasetên ku hebûna kurd li  herêma rojhilat armanc digire spas kir. Her weha Berêz Oseme Xelîl Ehmed bi navê  rêveberiya mehrecana Hawar a yekemîn destnîşan kir ser girîngiya pirojeya mehrecana hawar beşeke ji pirojeyên ku deteyê di nava du salên borî de pêkaniye.pêşbaziyan bi giropê mozîkê re ji bejdaran re stranek pêşkêş kirin –(Pepûka)piştre hinermedê gerêlî û yê ku va strana kultûrî strana straye rihmetî Ebdê şarê,Ew   Ebdê Ehmed Mile Hesen nase bi Ebdê şarê sala 1870 li gundê Naza  cara yekemîn cavên xwe li ser rûyê zemînê vekirin û jiyana xwe tevahî di stran û helbestê de domandiye.piştre di mehrecanê de kîtek ji vîdiyo ji mehrecanê re hate diyar kirin ji aliyê hinermend Xelîl Xemgîn û ev gav pîroz kir û got:Mehrecana hewar ji bo pêşxistina çanda me û kultûra meyî  gerêlî tekeze ku tevgera çand û hiner di nava karê xweyî cedî û keda wê xebat ke ku kultûra me bihêz bibe .piştre sînefîziyon nîv demijmêrî pêşkêş kirin ser gera lêkolîn û komkirina stranan ji gundên Efrînê û li ser amedekirinan û perwerde kirina pêşbaziyan.

Û yên ku li ahengê amide bûne berêz cîgirên seroka encûmena rêvebir berêz Remzî şêx Mûs berêz Ebidl Hemît Mustefa û hevserokên encûmena zagonsaz berêz Mihemed Seyîd Yosêf û berêz Hêvîn Reşîdû hejmarek ji serokên desteyên encûmena rêvebir û tevgera civaka demokratîk û partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl.