• :

2015-12-23 10:07:06

Kiryarên vîstîvala Mîtan di kija xweyî duyemîn di nava ahenga vekirina fermî bi beşdariya hevseroketiya encûmena zagonsaz M.Hêvîn Reşîd û M.Mihemed Seyîd Yosêf û hevserokê encûmena rêvebir D.R.Osman şêx îse despê kir,piştî kêliyek bêdeng li ser  giyanên pakrewanan derhêner "Heysem Mustefa" bi gotinekê raxistina şanoya xwe bi navê "Monelîska"pêşkêş kir ji wan tabloyên Monelîza bi cilên  diyar kirî ji nasnameyên olî û olên dîtir,şano bi şana wêneyên Elmonelîza jibo tekez be ku hiner ne girêdayî tu olaye lê ew nameyeke ji mirovahiyê tevahî re.

Vekirin bi daxistina filma diyar ji rastiya jiyanê di bin navê "Em jiyanê diçînin"û hêjayî gotinêye ku filim daner Mamoste "Oseme Xelîl Ehmed"û derhênan "Heysem Mustefa"ye wan li ser girîngiya berdewam kirina di çandina xincên hêviyê de tevî van rewşên zehmet de tekez kirin,piştre bi navê rêveberiya xweseriya demokratîk û desteya çand û tevgera çand û hinera demokratîk berêz "şîraz Hemo" axifî û ser navê tevgera civaka demokratîk berêz "Deliya Henan"gotinên fermî  ji aliyê dehênan   "Mihidîn Ereslan"bi dawî bû bi navê rêveberiya vîtîvalê yê ku tekezkirî ku Mîtan şoreşeke bîrdozî hineriye bi şoreşê re dimeşe û ê gelek kija berdewam ke.

Bi dawîkirina gotinên fermî re dest bi pîroz kirina gelek kesayet û saziyan kirin"yekîneyên parastina cewherî,Erka xweparastinê,D.R.Mihemed Ebdo,nivîskar Merwa Birîm,lêkolînvan Ebdelah şikakî"