• :

2016-04-18 13:17:06

DI rêze zincîrên çalakiyên festîvala Arîn a jina ciwan de Do, Roja Yekşemê li hola yekîtiya werzîşê ya Kantona Efrînê pêşbirkên goga pê û ya zembîlê hatin li darxistin.

Lîsteya  pêşbirkên lidarxistî ev bûn:

Pêşbirka goga pêyan di navbera tîma efrînê û Reco de hat li darxistin, di encamnameyê de tîma Efrînê bi encama 3/4 bi serket.

Pêşbirka goga zembîlê di navbera tîma zarokên Efrînê û tîma Reco de bû, Di encamnameyê de tîma Reco bi 3/28 bi serket.

Pêşpirka goga zembîlê di navbera xanimên Efrînê û tîma Reco de bi encama 0/84 bi dawî bû.

 Pêşbirkan domand, di encamê de tîma zarokên Efrînê derbasî qonaxa pêşbirka dawîn a bi tîma xanimên Efrînê re bû, li dawiyê Xanimên Efrînê li hember mînendê xwe bi encama 5/52 bi ser ket.