• :

2016-06-23 13:03:23

Belgefîlma di bin nivîsara (Lêgerîna Li Royê)de Ya ku, bi tiliyên derhenêr Mehmûd Çeqmaqî hatibû nivîsandin weke pirojeyeke salane ji hêla desteya çandê ya kantona Efrînê ve hatibû  erêkirin.

Naveroka belgefîlmê cihêrengbûna di navbera pirojeya şaristanî û ya tarîtiyê de li herêmê bi rêya rastbêjtirîn neynika ku bi rêya avahî, Barû, Doz û stûnên ku çîrokên berê û niha bê zirkirin û vajakirina rastiyan  vedibêje. Derhênerê belgefîlmê, Çeqmaqî xwest ku vê rasteqînê ji raya giştî re wilo bide pêş û nasandin.

Derhêner Çeqmaqî ji bo gera xwe ya hunerî, Malperên Muzeyî yên Sûriyê ji xwe re armanc girt û xwest ku rastiya veşartî vebêje û  çavbendiyê rak e.

Di vê derbarê de, Çeqmaqî sedema destnîşankirina xala yekem bi vî awayî ragihand:

Muze, ji her bajarekî re nasnameyek çandî ye, ji ber wê êrîşên li ser wê êrîşên rêbazkirî ne ango ;(Sîstematîkirî ne) û armanca wan êrîşan perdekirina rasteqînê ye, Birê duyem ji sedemê ewe ku, Tenê ronîkirina aliyê  leşkerî ya  Şoerşa rojava ya girîng, heke demî be jî.

Lê, pirojeya şaristanî ya çandî û sergihayî ya ku ji vê şoreşê dize hin pirsgirêkên tarîtîtiya Çapemeniyê dikêşe, ji ber vê min karî ev alî ta radeyekê ronî bikira û aliyê wê ya hunerî ya ku li cem sînorên demî ranaweste zêde da nîşandan û wilo axivî:

Peyama belgefîlmê ji sê astan re hatiye rûberkirin: A herêmî, Kolana Sûriyê bi dananê ku,ew pardarê sereke ya di pirojeya di bingeh de   li ser binika nirxên hevjiyan , ravêjbûn û biratiyê  hatiye avakirin.  pirojeya sêyem û ya dawîn ewe ku,em pirojeya xwe ya şaristanî ya ku dikeve xizmeta tevahiya mirovatiyê di heman demê de ya borî û nihatiya hemû mirovan diperize bi nêrîna giştî ya cîhanê bidin nasandin.

Ev piroje, çanda jiyanê ya ku ber bi windabûn ve diçû bi çanda kuştin, destdirêjî û wêrankirina ku, pir ji hêzên tarîtî û radîkal xwe dispartin ser, hevrû dik e.

Her wiha belgefîlm heyîna jinê a ku di qadên hevkêşiyan de li dijî mirinê têdikoşiya alaya heyîn, jiyan û xweşikiyê bilind dikir bi rêzedîmenan diçesipîn e.

Ji aliyê belgekirina rûdan, rastbêjî, vekolîn û jêderên belgefîlmê derhêner da xuya kirin ku, belgefîlm di nivîsandina sînariyo û derhêneriyê de  xwe disperse ser belge û nêrînên danînkî yên diramî, bi vî awayî belgefîlm ji ber rewşên karê vekolînî di bin nivîsara dirama belgeyî ya ne hemdemî de dimîn e û zimanê fîlmê bi zimanekî zanistî û danînkî weke Kurdî,Erebî û Îngilîzî hatiye nivîsandin.