• :

2016-11-05 14:23:51

Endamên dewreya  şehîd Viyan Efrîn ya ekedîmiya zanist û ramana azad li navçeya Mabata ya Kntona Efrîn ê  îro  helwestên xwe di derbarê terorîsta dewleta tikr ya faşîst de dan nîşandan bi riya daxuyaniyeke şermezarkirî.

Daxuyanî ji aliyê endamê zanist û ramana azad Fîras Reşo ve hat xwendin û wiha bê ve çû:

Weke ku  em dizanin ev demeke dewleta tirk ya faşist dest bi pêngava nû li hemberî şaradarî , perlamanter û Partiya HDP ê kiriye,û yê herî dawî girtina hevserokên HDP ê û perlemanterên partiyê , ev pêngav polîtîkeyên qirêj ya dewleta tirk û lawaziya wê dide nîşandan .

Ev demeke faşîsta tirk û bi riya çeteyên xwe hewil dide ku vîna kurdan bişkîne , lê hertim jî bê encam derdikeve , ji ber ku gelê kurd bi hişyariyekî nû li hemberî van siyasetan tevdigere .

Tevî hemû hewildanên dewleta tirk ji bo reşkirina tevgera azadiya gelê kurd li beranberî raya giştî  jî,lê ev  hemû hewildan jî yek bi yek vala tên  derxistin û ev tişt jî li Rojava û li bakûr belî bû , ku dewleta tirk ewe yê ku terorîstê ava dike û lê xwedî derdikeve û ev tişt jî aşkere bû bi piştgiriyê ku daye çeteyên Daîşê û êrîşên wê li ser gelê sivîl li gund û  bajarên Bakûr û Rojava yê kurdistanê.

  Û li ser vê bingehê em jî wek endamên dewreya şehîd Viyan Efrîn ya ekedimiya zanist û ramana azad ya Kantona Efrîn ev siyasetên hovane yê dewleta tirk  bi tundî şermezardikin û bi taybet li hikûmeta AKP ê ya terrorist şermezardikin .

Bi vê awayî em helwesta xwe didin nîşandan ku em wek gelê Rojava emê hertim di nava berxwedan û tekoşîna xwe bidomînin heya bi destxistina azadiya xwe .