• :

2017-04-06 09:43:55

Şandeyek alîkarî ji Rûsan bi hevrêzî bi  YPG û YPJ”ê re serdana kampa şehba ya li Dêrjimêlê kirin , ji bo şopandina rewşa penaberên kampê û belavkirina  alîkariyan ji penaberan re .

Bi amedebûna nivîsgeha kar û barên rêxistinên mirovahî û komîteya rêveberiya kampê serdan çêbû.

Şande di serdanê  de lênêrîna  tendûrestî pêşkêş kirin ji riya meyîzekirina zarokan û jinan ji aliyê bijîşkan ve û belavkirina  dermanan  bi belaş .

Bijîşkan destnîşan kirin ku armanca wan ji vê lênêrînê , diyarkirina nexweşiyên giran û bi tayîbet li gel zarokan.

Herweha di nav serdanê de hin alîkariyên xwarinê pêşkêşî penaberan kirin bi riya belavkirina pakêtên xwarinê.