• :

2017-04-09 08:41:49

Şêniyên Kantona Efrînê berxwedana  gelê Bakur silav kirin û piştevaniya çalakiya gireva birçîbûnê kirin.

150 siyasetmedarên Kurd û parlemeterên HDP′ê di girtîgehên dewleta Tirk de, çalakiya gireva birçîbûnê dane destpêkirin û bi vê yekê li hember siyasetên ku AKP′ê li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî gelê Kurd didin meşandin.

Di meşê de, Hevserokê Meclîsa Rêveber Osman Şêx Îsa, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Hêvîn Reşîd, Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Serokê Desteya Têkîliyên Derve Silêman Cafer, nûnerên Sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM′ê û Kongreya Star, amade bûn.

Meş ji qada Newroz dest pê kir û ber bi qada Şehîdan ve, herik û herwiha  pankartan hildan  ,li ser wan hatine nivîsîn ″Berxwedan jiyane, bê Serok jiyan nabe″, ″Bijî berxwedana têkoşeran di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de″, ″Îmralî kela berxwedanê ye″, ″Efrîn berxwedana têkoşeran silav dike″, ″Jina Efrînê bang li civaka navneteweyî dike ku ji bo rewşa girtiyan mudaxele bike″, ″Erdoganê dîktator nikare vîna gelan bişikîne″, vekirin.

Meş li qada Şehîdan rawestiya, deqeyek rêz hat girtin. Piştre Serokê Desteya Parastinê Ebdo Ibrahîm, Endama Rêveberiya Meclîsa TEV-DEM′ê Fîdan Ebdo û Endama Rêveberiya Kongreya Star Roşîn Îbo, axivîn.

Axaftvanan dane zanîn ku çalakiya gireva birçîbûnê di roja xwe ya 53′yan de berdewame û destnîşan kirin ku ev çalakî li hember zulm û siyasetên AKP′ê, berxwedaneke dîrokî ye. Her wiha anîne ziman ku berxwedana ku îro tê meşandin, berdewama berxwedana Mezlûm Dogane.

Di axaftinan her wiha hate gotin ku gelê Bakurê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve, piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê kirin û gotin ku Erdogan bi siyasetên ku li dijî Kurd dide meşandin, agirê şoreşa Rojava  vemirîne.

Meş bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″, ″Bijî berxwedana zindanan″, bi dawî bû.