• :

2017-11-01 12:15:34

Kobanê ew bajarê ku bi  berxwedan û tekoşîna xwe li dijî  terorên  ku ji her deverê bi awayekî hovana bi ser de hatin bi armanca şikandina şoreşa rojava yê bi navê şoreşa azadiyê, rûmetê, wekheviyê û şoreşa gelên bin dest tê nasîn, ew bajarê ku 134 rojan bi berxwedaneke bêhempa şahidê mêrxwasî û lehengiya fedekartiya herî pîroz ya şervanên YPG e û YPJ e ji bo mirovahiye tevahî bû.

Kobanê rixmî êrîşên hovane ji aliyê çeteyên Daîşê û hevalbendên wê yên navdewletî û herêmî yên pişgirtiyê didin terorê carnan bi awayekî  vekirî û carnan bi awayekî veşartî û bi tayîbet aliyên ku dijîtiya pirojeya demokratîk di Rojava û Sûriyê de dikin  û hewildana wan binpêkikria berxwedana Kurda û pirojeya demokratîk e , lê ema şoreşa Rojava ji ber ku şoreşeke xwe dispêrê civakê û civak û vîna azad ji xwe re bingeh digire wê tu hêz nikaribe wê vine bişkîne û her wiha fedekartiyên şervanên YPJ e di kesayeta Arîn Mîrkan de û hemû şehîdên ku cane xwe feda kirine ji bo rizgarkirina Kobanê.

Û  her wiha di serdema nû de, tevahî cîhana  ku bawariya xwe bi azadiya gelan heye 1 Mijdarê weke Roja cîhanê ji bo pişgiriya Kobanê, bajarê ku bêy  destek dayîn ji tu hêza bigire karîbû ew çeteyên hov tûne bike.

Em ji bîr nekin ev tekoşîn û berxwedaniya mezin  ku gelê kurd li bajarê konbanê  daye hişt ku tevahî cîhan rastiya gelê Kurd di şoreşa Rojava nasbike  û herwiha  biratiya gelan û jiyanawekhev di navbera hemû pêkhateyên civakê de da meşandin bi riya felsefeya netewa demokratîk.

 Bi boneya roja cîhanî ya berxwedana  Kobanê em weke rêveberiya xweseriya demokratîk li kantona Efrînê tekez dikin ku  emê bi rihê berxwedaniya Kobanê parastina Efrînê bikin û em amadene tiştê herî giranbûha jî fedaî Efrînê bikin ku nehêlin   dagerkeriya dewleta  tirk û çeteyên wê bostekê derbasî kantonê bibe.

Û em careke din dibêjin  û tekez dikin ku emê pirojeya Fediresiyona demokratîk bi serbixin da ku em bigihêjin Sûriyeke azad pir rengî ne navendî ji bo tevahî gelê Sûriyê û ev serkeftin û berxwedanî yê bibe bersiv li hemberî siyaseta faşist ya ku AKP serkêşiya wê dike.

Em roja cîhanî ya Kobanê di serî de li gelê xwe û rêberê xwe rêber APO û tevahî şehîdên ku cane xwe feda kirin ji bo azazdiyê , û em vê serkeftinê li tevahî gelê cîhanê û mirovahiyê pîroz dikin.

Rêveberiya xweseriya demokratîk

Kantona Efrînê

1/11/2017