• :

2018-01-08 14:53:47

Do, şandeyek ji rêveberiya xweseriya demokratîk kona sersaxiyê ya pakrewan Seydo Îbrahîm (Mezlûm Îbrahîm) yê ku di 4`ê çilê de şehîd bibû, a ku ji hêla encûmena malbatên şehîdan ve li pêşa mala pakrewan  hatibû vegirtin, serdankir.

Di destpêka serdanê de, xuleyek bêdengî û rêzgirtinê hat rawestandin. Pişt re  Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa, yek ji fermandarên YPJ`ê Hêlîn Efrînî, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ê navçeya Şera Ednan Sîmo û xwişka şehîd Seydo Enîse Îbrahîm, axîvin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate destnîşan kirin ku bi saya şehîdan gelê herêmê bi ewle dijî û soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku hemû deskeftiyên ku li Bakurê Sûriyê hatine bidesxistin bi saya fikr û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan ne.

Merasîmê sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin û xwendina nasnameya  şehîd bidawî bû.