• :

Derbarê Efrîn ê

Avarîn, ango Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye.Bi taybetî jî di nava Rojavayê Kurdistanê de cihê herî xweş e.Herêmeke çiyayî ya bi dar, ber, çem û avên xwe ve dewlemend e.Herêmeke xweş û dîrokî ye. Efrîn dikeve aliyê herî dawîn ê Rojavayê Kurdistanê. Li gelek deran bi navê Çiyayê Kurmênc tê naskirin.

EFRÎN

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/58aebbea04ddbcdaf6d14aedde8c92bb.png

Nav

Jixwe di destpêkê de tu bajar bi navê Efrînê tune bû û herêma çiyayî û gundên ku hebûn jî di dema Osmaniyan de girêdayî bajarê Kilisê bûn. Piştî dagikeriya firensî ya li ser herêmê, Firansayan ev derdabeşî du beşan kir û sînor di nava wan de dirêj kirin û bi hevpeymanekê di sala 1922’ an de bi rengekî fermî di navbera Firansa û Turkiyayê de ev yek hate morkirin û pişt re Firensiyan jî ji aliyê xwe ve navlêkirina çiyayê kurmênc neguhertin û li gorî navlêkirina Turkiya Kurd-dax di belgeyên xwe yên fermî de bikar anîn. Dema ku herêma Çiyayê Kurmênc ji girêdana wê ya bi kilisê re hate birîn, Firensî neçar man ku navendeke rêberî ji herêma çiyayê kurmênc re ava bikin û di sala 1923’’an de Firensiyan dest bi projeya xwe kirin û cihê wê projeyê jî navenda bajarê Efrînê yê niha ye. Di destpêka wê de avahiya Serayê ango navenda Asayîşa niha avakirin û pişt re navendên xwe yên fermî vekirin. Êdî ka em werin ser navlêkirina herêma Efrînê bi vî navî bê ka ji ku derketiye. Di vê derbarê de gelek nêrîn, lêkolîn û şîrove hene, ji peyva Ava riwêne ya ku ji her du peyvên Av û riwên pêk hatiye, lê belê hinek lêkolîn hene ku dibêjin navê Efrîn di sedsala 9 an de di nivîsarên Asûrî de hatiye bikaranîn û weke Apre hatiye nivîsîn û bi heman awayî jî di nivîsên Strabon ên sedsala pêncan berî zayînê de hatiye nivîsîn û dibêje ew navlêkirin bi xwe ji peyva Ap hatiye wergirtin û peyva Ap jî jixwe ji peyva Av hatiye û di zimanê Ariyan de wisa ye. Hineke din dibêjin ku navê Efrîn ji peyva Afro ya Aramî hatiye û ew jî bi wateya xaka telbîzkirî û qence.

Dîrok:

Herêma Efrînê herêmeke dîrokî ya pir kevnar e.Dîroka Efrînê digihe heta dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha gelek bermayiyên dîrokî yên şaristaniyên kevn tê de peyda bûne. Ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê herêmê demên cuda cuda de desthilatdarî kirine. Şerefxanê Bîtlîsî di pirtûka xwe ya bi navê “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dike. Mand; Mîrê herêma Entakya bû, wê demê herêma Kilis û di nav de Efrîn jî girêdayî Entakya bûn. Jixwe heta destpêka sedsala 20’an jî, Efrîn bi herêma Kilîsê ve girêdayî bû. Di dema mîrtiya Mand de, ev mîrneşîna Entakiya ango mîrneşîna Kilîsê pir berfireh bûbû. Entakya gelek bajarên weke Hema, Ezaz û heta Mereş û Derya Spî girtibû nava xwe. Di wê demê de Mîrneşîna Mand li hemberî Seferên Xaçperestan şer dike û alîkarî dide têkoşîna Eyûbiyan.Di destpêka salên 1600’an de, desthilatdariya mîrneşîna Mand ya Kilîsê derbasî malbata Canpolatî bû ye. Ji ber ku Mîr Huseyn Canpolat fermana Osmaniyan red kiriye û alîkariya wan di şerê li hemberî Sefewiyên Îranê re nekiriye ji aliyê Osmaniyan ve tê kuştin. Piştî wî Mîr Elî Canpolat bûye mîrê mîrneşîniya Kilîsê ya Canpolatiyan û paytexta xwe jî veguheztiye bajarê Helebê. Li hemû bajarên Suriyê û Libnan xistiye bin desthlatiya xwe û serxwebûna xwe îlankiriye. Lê piştî demekê Osmaniyanêrîş bir ser vê mîrneşîna Kurdan û dawî lê anî. Heta roja îro jî, malbata Canpolatiyan li Libnanê di nava gelê Durzî de pir bi bandor e.

Heta berî şerê cîhanê yê yekem herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Suriyê,

herêma Efrîn ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Ereb ya Suriyê ve hate berdan. Wisa jî qedera herêma Efrînê, wek a Kobanê û Cezîrê bû perçebûn û bû beşek ji rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin, bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin. Bi vî awayî serdemeke nû ji bo Efrînê dest pê dike.Dîrokeke ji polîtîkayên Erebkirinê, înkarkirinê û car car serhildan û têkoşînê destpê dike.

 

Xaknîgariya Efrînê:

Çiyayê Kurmênc li dûrahiya başûr rojavayê Kurdistanê ye. Çiyayê Kurmênc di qoncikê Sûriyê yê herî başûrê rojava de ye. Deşta Lêçe ku bi pehnahiya 10-20 km ye, çiyayên Kurmênc û Gewr (Amanos) ji hev dike. Rûbera wê li gor belgeyên fermî 2050 km2 ye. 

çeya Efrînê di navbera van xêzên xaknîgarî de ye: Pileyên berdirêjî (36.33o - 33.20o) rojhilat û pileyên berepehin (36.20o- 36.50o) bakur e. Nêzîktirîn cîgehê navçeya Efrînê ji Deryaya Sipî/Naverast de, gundê Qermîtliq li rojavayê devera Şiyê 38 km ye.Wek çavnêrîn ji bajarê Iskenderunê yê Tirkiyê ve dûr e. Çiyayê Kurmênc weke ji navê wê ve jî diyar e bi piranî çiya ye û rêzeçiyayên wê jî ji bakur ber bi başûr ve dest pê dikin. Bilintirîn çiya jî li Pozîzoyê Giran e û bilindahî jî 1200 m. ye. Her wiha di nava xwezaya Çiyayê Kurmênc de gelek çem, rûbar, gelî û newal hene. Ji aliyê rojavayî vê çiyayê gewr (toros) bi ser deşta Hemqê ve bilind dibe, ji aliyê başûr ve deştên Etaribê hene, ji aliyê rojhilat ve navçeya Ezazê û deşta Miniqê dîsa herdu deştên Tilrîfat û Kermînê û Zehra û Herîtan û Heyanê hene. Ango bi giştî 63km di navbera Çiyayê Kurmênc û bajarê Helebê de heye. Her wiha ji aliyê bakur rojhilatî ve jî bajarê Kilisê heye û ji aliyê bakur ve jî deşta 

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/59ad7dd945d13676811ddd340d59e333.jpgLêçe ye ya ku dirêjahiya wê 15km ye heta digihîne çiyayê Toros ê. Bi vê awayî rûpîva Çiyayê Kurmênc a giştî dibe 20100 m2. Çiyayê Kurmênc di nava xwe de dabeşî heft navçeyan dibe (Cindirêsê, Şiyê, Mabeta ,Reco, Bilbilê, Şera, Şêrawa û navenda bajêr) û serjimariya Çiyayê Kurmênc jî li gorî pelgeyên dewletê yên sala 2005an 446,402 kes e. Di herêma Efrînê de çemê herî bi nav û deng çemê Avrînê ye. Ev çem ji bakurê Kurdistanê dertê û di Efrînê re dîsa derbasî axa Tirkiyê dibe û li Îskenderunê dikeve Derya Spî. Efrîn, %2 ji giştî firehiya Suriyê û 0,7 % ji ferehiya Kurdistanê ye pêk tîne.

Navçe û Rêveberî :

Me got ku berê herema Efrînê bi Kilîsê ve girêdayî bû, piştî avabûna Suriyê ev yek hat guhertin û navenda heremê derbasî gundê herêma (Gundê Mabeta) bû. Piştî avabûna bajarê Efrînê, ev bajar bû navenda herêmê. Herêm bi giştî jî bi Wilayeta Helebê ve girêdayî ye. Navenda herema Efrînê 63 km ji bajarê Helebê dûr e. Berê 3’ê navçeyên herêma Efrînê yên rêvebiriyê hebûn, pişt re 3’navçeyên din jî lê zêdebûn û niha navçeyên Efrînê heft in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran, Şiyê, Şêrawa). Li Efrînê 360 gund hene û bi giştî li gorî serjimarên fermî yên dewleta Sûrî (sala 2001) hejmara nişteciyên herema Efrînê 417.254 kesin. Ji wan 80,000 mirov li navenda bajêr dijîn. Bi piraniya nişteciyên Efrînê Kurdin. Hejmareke pir kêm ji Ereban pêk tê. Hejmara nişteciyên herêmê zêdetirî hejmara diyarkirî ye.

Ji aliyê kîşwerî û hewayê ve:

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/163da2e8028052ca4bc7c6df53d8c52a.png

Herêma Efrînê ji aliyê kîşwerî ve sarûgerm e. Ji ber ku ji deryayê ve nêzîk e û para xwe ji baranê distîne û carcaran jî berf dibare û ev jî rê li ber çandiniyê vedike. Ji milekî ve kîşwerê Çiyayê Kurmênc yê navîn û hebûna çiya, newal û deştan ji milekî din ve axa wê ya telbîzkirî hişt ku gelek berhemên cihêreng lê bên çandin û aboriya Efrînê xurt bike. Tiştên ku tên çandin jî hemî çandiniyên dendikanin. Ev berhemên çandiyê wiha rêz dibin; Nok, nîsk, genim û darên sêv, porteqal, hirmî û tirî tên çandin. Ji xwe Efrîn jî weke bajarê zeytûnan tê naskirin û li gorî hin pelga dibêjin ku li Efrînê bêtirîn hejdeh milyon darên zeytûnan hene.

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/1d38e5d8a084c3ae1c8016f17e79fe24.png

Aborî û çandinî :

Herema Efrînê, deverek bi xêr û bêr ên xwe yên ser erd û binerd dewlemend e. Bi av, çem û kaniyan, bi dar û daristan û bexçeyan, bi seyrangeh û warên pîroz û kevnare, bi kargeh û samana xwezayî pir dewlemend e. Efrîn bi çandiniyê binav û deng e. Aboriya gelê Efrînê bi giştî ji çandiniyê pêk tê. Li rex çandiniyê, gelê Efrînê li bajarên mezin di karên cuda cudade dixebitin. Bi taybetî jî di karên dirûngeh(terzî) avakirina xaniyan (înşaat) ... hwd. Lê dîsa jî çandinî ji bo gelê Efrînê di asta yekemîn de ye. Bi taybetî jî çandiniya darên Zeytûnê xebateke nebe nabe ye. Ji xwe dema li Kurdistanê, zeytûn tê gotin, yekser Efrîn tê bîra mirovan. Ax, xaknîgar û bahewaya herêma Efrînê ji bona çandina dara zeytûnê pir guncawe. Zeytûn him wek xwe tê firotin û him jî, di kargehên taybet de jê zeytê tê guvaştin û ev zeyt tê firotin. Jixwe Sabunên Kurdî yên pir baş jî, ji van zeytûnên li Efrînê tên çêkirin û firotin. Li rex darên zeytûnê, gelek darên din jî weke: Henar, sêv, Tirî, hilûk, kerez, çeftelî, mişmiş, hejîr, tû, hurmî, bihok, gûz û behîv tên çandin. Li rex çandiniya daran, gelek çandiniyên demsalî jî hene yên weke: Genim, ceh, şûfan, garis, kuncî, bervero, nîsk, nok, colban, tûtin, zebeş (şûtî), qawîn, şimam, firingî,

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/281e199c2aa021d1999e5bff838c7d96.png

becanênreş,pîvaz, sîr, kundir, xiyar, encûr, qernebî, îsot, tirp, bamî, fasûlî, lopik û hwd li herêmê peyda dibin.. Ev berhemên çandiniyê têra heremê dikin û yên zêde jî ji tevayî bajarên Suriyê yên din re tên firotin. Xwedîkirinê ajalan li herêma Efrînê de, di asta têrkirina xwemalî de dimîne. Li hin deveran mî, bizin,çêlek, mirîşk û mêşên hêngiv tên xwedîkirin. Lê xwedîkirina ajalan li vê herêmê evqasî pêşneketiye û her roj paşve diçe. Hêjayî gotinê ye ku beşek ji aboriya herêmê ji karên geştevanî (turîzm) û xwaringehan pêk tê. Hêjayî gotinê yeku herêma Efrînê di derbarê bazirganî û hesinkariyê de pêşneketiye.

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/53b0830c49442813fa0bce3eaedf8347.png

Ol û Baweriyên Li Herêma Efrînê

Ji hêla ol baweriyan ve jî, berê tenê pûtperstî hebû, mirovan rûdawên sirûştê pîroz dikirin û ew weke Xwedayên xwe bi nav dikirin. Wan bawer dikir ku ev Xwedê jiyanê û rûdawên wê bi rêve dibin. Ji ber wê jî, perestgeh jê re ava dikirin û berger û laveyên xwe ji wan dikirin. Bandora van baweriyên olî li ser jiyan, şêweya ramanê û rewşên civakî jî pir xort bû. Ji xwedayên ku li Çiyayê. Kurmênc dihatin pîrozkirin: Mîsra Xwedayê Hûriyan, Nebo Xwedayê welatê Mezopotamya, Xwedevend Îştar-Star, Zeûsê Yûnanî û jina wî Reye û ji bilî wan jî hebûn. 1001 ê berî zayînê, ola Zeredeştî li herêma Medya derket û li seranserî herêmên Rojhilata Navîn belav bû, pişt re ew bû ola Împratoriya Farisî û ola hemû gelên ku di bin destê wê de bûn jî, jixwe tê gotin Zerdeşt weke pêxemberekî Kurd pêşengiya civakê dike. Li dû Zeredeştiyê, ola asûrî û paşê jî ya Îslamî 

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/24a67a7d6070b74c8004004f694e2adc.png

hatin der û li herêmên fereh li Rojhilat û ji rojava belav bûn û civak bandor kirin. Di aliyê olî de, piraniya Kurdên Efrînê misilmanin û li ser mezhebê henefî ne. Hejmareke pir zêde yên Kurdên baweriya ezdayetî jî li vê herêmê dijîn. Lê lê belê kurdên me yên ola ezdayî heta dema şoreşê jî dibin zilm û zordariya behsiyan de hatibûn çewisandin. Bêguman piştî destpêkirina şoreşa Rojava û şûn ve kurdên me yên ji ola ezdayî jî xwe bi rêxistin kirin û karîn bi awayekî azad bi baweriya xwe ve jiyan bikin.

Li Efrîn Êl û Eşîr:

Di demên cuda de, gelek êl û malbat û kesên Kurd ji dever û cihên Kurdistanê yên cuda hatine li vê heremê bi cih bûne. Di dema niha de, êdî bandora êlîtiyê li Efrîn pir lewaze û hema bêje nemaye. Li şûna êlîtiyê, efrînî bi malbatan xwe didin nasandin. Di nava efrînê de hin êlên pir kevnar li vê herêmê hene û hin êl jî, di demên dawîn de hatine vê herêmê.

Êlên Li Efrînê ev in:

Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.

Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.

Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav dibin.

Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabeta).

Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).

Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji

Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiya bin û hatibin vê herêmê.

Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.

Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û quntarên wî de dimînin.

Heyştiyan (Heyştî): Li quntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.

Ziyaretgehên Ku Gel Serdana Wan Dikin;

1-Ziyareta Henan(Ebdul Henan): Li rjavayê gundê Meşalê ye li ser riya Kefrcenê. Li wir gora Nûrî

Dêrsimî jî heye.

2-Ziyareta Mihemed Elî: Di geliyekî de ye li Navşeya Reco piştî gundê HecXelîl.

3-Ziyareta Qere Curnî : Li gel pira li ser geliyê Qere Curnê ye yê bi xweşik bûna xwe tê naskirin.

4-Ziyareta Şêxmûs: Li meydana ye , li derdora wê daristanek ji darên mezin heye, gundiyên derdorêbi piranî navên zarokên xwe bi wî nav dikin.

5-Ziyareta EbdulRihman: Li bakurê gundê Şêx Ebdulrihman e.

6-Ziyareta Qaziqlî : Li gundê Qaziqliyê ye li ser çiyayê Qaziqlî yê bi nav û deng li herêmê ye.

7-Ziyareta Şêx Cemaledîn: Li bakur rojavayê gundê Kokanê ye.

8-Ziyareta Ş.Mûrad: Li başûrî Gundê Kurka ye, li rex kaniya Dirêmiyê.

9-Ziyareta Xidir : Li goristana Navçeyê ya mezin e.

10-Ziyareta Şêx Berekat: Ev ziyaret ya herî giringe ji bo gelê Ezdayî, li gel wê sersala Ezdayiyan tê pîroz kirin. Li çiyayê Şêx Berekat e, navê vî çiyayî bi Yewnanî jî (Korîfe– Korîfos) bi wateya Kopeka çiyê, ew li başûrî bajarê Efrînê ye bi dûrbûna 30 km ye. Ji bilî van ziyaretan jî gelek din hene û ji aliyê gelê misliman jî serdana wan tê kirin. Tê gotin ku berê hêjmarek mezin ji Kurdên Ezdayî li herêmê hebûne, lê ev hêjmar her çûye kêm bûye. Niha tenê çend gundên Kurdên Ezdayî li Efrînê mane. Hêjmara Kurdên Elewî jî pir kêm e. Kurdên Efrîn, bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî diaxivin. Şêweyê

axavtina wan wek a Kurdên Mereşê ye. Li gundan hîn jiyaneke Kurdewarî ya foloklorî heye, hîn jî jin û mêr cilên Kurmancî li ber xwe dikin. Wek kum û şelwer û şar (şal). 

Cil û Bergên Welatiyên Efrînê

Berê cilên jinan ên her nofekê ji hev cûda bûn. Cilên jinên mala xanedan ji qûmaşê buha, qedîfe û hevrişîmî bûn. Jina sefîl (xizan jî kincên Xamî li xwe dikirin. Lê belê cilên her du nofan jî rengîn bûn.Kofiyên serî(Desmal);Di dawiya sedsala 19. de kofiyên serî yên pîrejin, jina bi mêr û yên keçikan ji hev cuda bûn.Kincên jina temen mezin;Kofî dida serê xwe. Kofî bi deziyên hevrîşimî û tayên zîvî dihat dirûtin.Piştre kofî hilhat û desmalê şalê şûna wê girt. Di bin wê de desmaleke biçûk(Berenî) dihat bikaranîn. Ev cil hîna jinên temen navîn hene. Jina temen biçûktir; Kumê bi zêr, zîv û peran fodilkirî di hin minaseban de didan serê xwe. Ev kuma ji kofiyê biçûktir bû. Carinan jî xwe bi Çewrê dixemiland. Keçik; Desmaleke bi navê Çewra morik/oye/Şaşî dida serê xwe. Ji qûmaşê spî bû û derdora wî bi zerifeya rengîn û pûlikan hatibû xemilandin. Her quncikeke wî jî bi topikeke ji hirîya rengîn pê ve dikirin.

Kincên Govde û Fîstan;

 

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/f21fc6e6173b8caa56fd4cf32faf5697.png

 

Fîstan rengîn bû û dirûtinek wî ya taybet û şirîn hebû. Ev fîstan li ser kiras û hevalkiras li xwe dihate kirin. Kiras; Devzendkên kiras û yaqa wî bi deziyên hevrişîmî yên rengîn û bi zerîfeyênrengîn dihate xemilandin.

Hevalkiras; Ji qûmaşê rengîn bû. Tenê yên jinên Êzidî ji qûmaşê spî dihate dirûtin.Cilên (Kincên ) MêranKincên govendê;Kiras; Bi tenê di bin cilan de li xwe dihate kirin. Ev kiras heta kabê dirêj bû. Bi dirêjiya çakêtekê û nîv pî bû. Ji pêşiyê ve vekirî bû û rengê wî sor yan jî reş bû. Bi deziyên reng zêrîn dihat neqişkirin. Eba Kizinî; Bi ser kiras de li xwe dihat kirin. Ji mûyê bizinan û bi destan dihat çêkirin. Eba Kizinî yek jî cilên herî nav û deng yên herêmî ye. Şelwar; Ji qûmaşê reş e, bi ser derpiyê spî de lixwe dihatkirin. Şelwarê mirovên Çiyayê Kurmênc navran/navrewan/peyîk dirêje û di bin kabê re teng e, benê girêdana navê jî(pizî) ji mû yan ji hiriyê dihat rêsandin. Ji bilî wan, mirovên berê Şala Sûrme li pişta xwe girêdidan û li ser xencer, seşer, şiva cixarê ber dikirin. Kumên serî (Cemedanî); Kumê Qulik: Ew kumekî dirêjok bû, dora 10cm bi ser serî diket. Ew ji xasêsipî dihat çêkirin û bi Pîjkên Kiprî (lawireke) dihat qulkirin, paşê jî bi derziyeke taybet(1) û bi deziyê hevrîşmî dihat dirûtin. Pişt re piskulkek ji dezî yan ji hiriyê bi serî dixistin. Şala Surme yan Şera Mor, li dora kum tê gerandin. Pircaran kum ji kulav dihat çêkirin û jê re Kumkuleh dihat gotin. Dîsa zarok û xortan jî guhar dikirin guhên xwe. Ev adet ta destpêka sedsala bîstan hebû. Gotineke gelêrî li navçê heye di derbarê guharên mêran ku wiha dibêje: ((Ne kalê bi guhar, ne pîra bi yar û ne sala du buhar)).

Çand, Huner û Folklor :

Efrîn wek xwezaya xwe bi çand û hûner û folklora xwe jî dewlemend û rengîn e. Çanda heremê pir nêzî herêmên Mereş û Elbîstanê ye. Heta niha li herêma Efrînê cil û bergên Kurdî li xwe tên kirin.Di warê dîlan û govendan de, Efrîn gelekî dewlemende. Di warê klam û strangotinê de jî pir dengbêjên navdar yên vê herêmê hene ku navê wan tên naskirin. Dengbêjên weke: Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (ÎbramêTirko), Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar,Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico, Bavê Selah û hwd. Helbet Cemîl Horo yek ji dengbêjên herî navdar di seranserê Kurdistanê de ye. Ji bilî van dengbêj û stranbêjên klasîk, gelek stranbêj û hunermendên ciwan jî di salên dawiyê de derketine pêş. Li rex stranbêj û dengbêjan, gelek helbestvan, nivîskar û wêjevan, şêwekarên heremî jî hene. Geştevanî Efrînê pir xweşik e û cihên şûnewarî yên giring lê hene, loma jî hejmarên mezin ji geştevan û seyranvanan tên seredana wê. Ji cigehên şûnewarî yên giring: Kela Semanê, Girê ‹Endarê, Kela Nebî Horî, şûnewarên Çi.Lêlûn…û hwd. Piştî ku gelek rêk li deverê hatin vekirin, nemaze jî li devera Şêrewa, gele cih nemaze jî ku gundên Şêrewa bibin cihên geştevaniyê yên pir balkêş. Ji cigehên geştevaniyê yên herî navdar li Efrînê: Serê Kaniyê (kefercenê), Meydankê û gola wê, Basûtê, Endarê, Ziravkê, Nebî Horî,solavên Gemrûkê…û gelekên din, Hejmarek baş ji qehwexane û xwaringehan li wan ciha hatine vekirin.Lê belê, ew deverên

şûnewarî û geştevanî yên zor hêja û giring, ji aliyê rewşên xizmetgûzariyê de pir xizanin.

Navendên Geştevanî û Dîrokî li Efrînê

 

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/ef729bd7c3e925d74ae3c76a00a0519a.png

Dema ku mirova qala Çiyayê Kurmênc dike nikare behsa Nebî Hûrî, Eyn Dara û Şkefta Duderî neke. Herwiha vekolînên şopeyî yên ku li Efrînê pêk hatine gelek derî û diyardeyên nû vekirin, vedîtina mirovê Nanderthal li Şkefta Duderiyê ku vedigere berî sed hezar salî û li Eyndarê jî sereke gundên çandiyê derketin û herwiha gelek ji şop û vedîtinên cihêreng hene. Lewre me pêwîstî bi mijareke taybet bo şopeyên Efrînê veqetand û em ê sereke cihên şopeyî bi we bidin nakirin;

•Nebî Hûrî (Sîros an jî Qorş): Dîroka vî bajarî vedigere Siloqis

Nîkator 212 – 312 B. Z. Ango damezirînerê dewleta Siloqis û Sîros jî li ser navê bajarekî Yunanî ye li Makedonyayê ye. Herwiha hineke din jî hene ku navê Qorş vedigerînin şahekî faris bi navê Qorş. Sîros di çar qonaxan re derbas bûye, Yewnanî, Romanî, Bîzans û dema Îslamiyetê û demên piştî wê. Di qonaxa Yewnanî de navlêkirina Siloqis Nîkator tê peyitandin û pereyên di dema Alexender Bala de 150 – 145 B.Z. ku hatine vedîtin diyardikin ku ev der cihê perestandinaXwedavendên Atînayê û bi taybet jî ya Zeûs bû. Di dema Romaniyan de bajêrê Sîros bûye qada şer a di navbera Romanî û Fenîkiyan de. Di dema Bîzansiyan de jî tê gotin ku Ola Mesîhî li ser destê Seman şagirtê Îsa ketiye Sîrosê. Di dema îslamiyetê de jî şerên dijwar ketin Sîrosê û ew jî ji ber şerê Yermûkê di sala 636 B.Z. de ye. Beşên ku di Sîrosê de hene û heta dema me ya niha weke şop ji me re mane, şanogeha mezin a ku di nava Sîrosê de ye herwiha Sîros bi goristana xwe ya herêmî jî navdar e û du pirên romanî jî hene ku vedigerin qonaxa Romanî û herwiha li hawîdora bajêr jî dîwarê şopeyî heye. Ev dîwar ji çar bircan pêk tê. Ji xwe şêwazê avakirina bajêr bi giştî avakirina bajarên Yewnanî ne.

•Endarê: Perestgeha Eyn Dara geliyê çemê Efrînê ye li milê çepê, li derdorê gir daristanên fêkî û zeviyên sebzeyan hene. Gundên li derdora Endarê : Endarê – Kurzêlê – Basûtê û çiyayê Kewkebê ye li rojavayê wê ne. Endarê ji aliyê başûr ve ji Efrîn 10 km dûr e. Dirêjahiya gir 270m û panahî 170m , bilindahî 30m ye. Li derdora gir sûrek heye ji delava çemê Efrînê yê rojava ve dikêşe. Ji aliyê başûr ve heya bi 300m tê ser gir. Lêkolînên binerdê yê li vir hatine kirin aşkera kir ku berî 8000 salî mirovan li vir jiyan kirine. Heya ku dest bi çandinyê kirine. Lêkolîn didin

ku xaniyên B.Z çar hezar salî hene û di sala 1965an de pereyên mes, zîv û zêr peyda bûne. Dîsa li vê herêmê gelek peykerên Xwedawendên Hûrî, Hîsî, Mîtanî û Medî hatine dîtin. Şêrên mezin yên ku hatine dîtin ji sedsala 13. B.Z de ne.

•Dêr Semana Amûdî: Navê wê ji Pîr Seman hatiye girtin.Dêr Seman 20 km li başûrî bajarê Efrînê cih digire. Ev dêr ser Çiyayê Lêlûne

û dikeve başûr rojhilatê Çiyayê Kurmênc. Gava ku di sala 459 B.Z.de Pîr Semanê Amûdî dimire împarator Zînon di sala 447 B.Z. biryar dide ku dêrekî

mezin ji bo wî çêbike. Zînon vê dêrê di sala 490 B.Z. de bi dawî dike. Ji çar dêran pêktê û Katedraleke mezin ji sê qatan bi meznahî 5000m tê avakirin. Lê di sala 526-528ê de ji ber erdhejekê giran xira dibe, piştî wê ji ber şerên mezin hê bêtir rastî xirakirinê tê. Ev dêr heya sedsala şazdehan cihê serlêdana Xiristiyanan bû.

•Çiyayê Şêx Berekat : Li başûr rojhelatê Çiyayê Kurmênc dikeve ji dawiya rojavayê Çiyayê Lêlûn bi bilindahî 876m. Li ser vî Çiyayî Perestgeha xweda Zeûs û xwedavend Hîra hene. Navê vê perestgehê weke Korîfayos tê naskirin.Bi vî navî hat naskirin ji ber navê Mihemed Nofel Berekat yê di şerên

di navbera xiristiyanan de jiyana xwe ji dest da, bawermendên Êzîdî her sal li wir sersala xwe pîroz dikin.

•Çiyayê Parsê Xatûn: Li bakur rojhelatê bajarê Efrînê ye, 15 km bi ser deşta Ezazê ve ye û nêzî gundê Qestel Cindo ye. Li ser vî çiyayî payeya Dawid û keleha CanPolat heye.

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/1002eccf5abcc201843f19c2d30335a0.png

•Riya Tirênê : Di salên 1911- 1912an de bi destên Almaniyan hatiye çêkirin, dirêjahiya vê riyê di nav Herêma Efrînê re 61.5 km ye. Rawestgeha destpêkê ji aliyê rojhilat ve Qitmê ye. Ya dawiyê jî li bakur rojava ve gundê Meydan Ekbese. Ev rê di ser erd û binerd,deşt û çiyan re derbas dibe. Riyên di bin erdê re ya nêzî gundê Meşalê ye bi dirêjahiya 235m, li Reco jî ya yekemîn bi dirêjahiya 540m , ya din jî bi dirêjahiya 165m û ya sêyemîn 130 m. Ye. Ev rê di ser gelek pirên ku ji hesin hatine çêkirin re diçe û ya pira herî bi nav û deng jî pira Heşarkê(Herdar) ye ku bi dirêjahiya 450m û bilindahî 90m ye. Ev pir di navbera du çiyan de cih digire. Riya Tirênê heya dema niha di nav bera Sûrî , Ewrûpa û Îranê gelekî girîng bû. Gelê Herêmê jî gelek sûd ji vê rêkê werdigirtin.

•Gola Meydankê û derdora wê

 

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/9e8c77baf8420e29486599f08cd86808.png

Bendava 21. Adarê an jî Gola 21. Adarê . Pîvana wê bi dirêjahî 14 km. û bipenahî 1 km. Armanca avakirina vê bendavê ji aliyê Dewleta Sûrî ve , Erebkirna herêmê bû, roleke Dewleta Tirk jî tê de hebû ku ji aliyê abor ve li gorî bercewendiyên xwe bikar bîne , ji ber vê jî gelek ereb li herêmê bi cih bûne û erdên li wir bi nirxên biha kirîn e. Ava vexwarinê dide Bajarê Efrînê û Ezazê, ji bo avdana erdan bi pranî li derdorî Efrîn , Mabeta, Şêrawa, Basûtê, Cindirês û li navçeya şiyê tê belav kirin. Çandiniya herêmê pêşxist û di aboriyaherêmê de guhartin hatin çêkirin.

Welatparêzî :

http://cantonafrin.com/data/uploads/media/albums/44/1b8f4ee692a6c0b5f40655da4ea4d1f6.png

Gelê Efrînê bi welatparêziya xwe bi nav û deng e. Hîn di dîrokê de jî ev welatparêziya wan nepejrandiye ku zulm û zorê diyar qebûl bikin. Di dema xwe de mîrên Canpolatî li hemberî dewleta Osmaniyan rawestîne û şer kirine.Her wiha ji berî wan Mand li Kilîsê li hemberî seferên Xaçperestan têkoşînkirine û axa xwe azad kirine. Di destpêka sedsala 20’an de şoreşa Murîdan li Efrînê bi nav û deng e. Gelek şoreşgerên ku li Suriyê li dijî Firansa şerdikirin, pişta xwe didan çiyayên Efrînê, mînaka vê jî Şoreşgerê Kurd Îbrahîm Hinano ye. Her wiha gelê Efrînê bi hêsanî polîtîkayên Erebkirinê li ser Jêder Çavkaniyên Herêmî nepejirandine û li hemberî desthilatdarên Ereb serî hildane. Di nava Efrînê de nasê Salan pir bi heybet û nirx e. Salan gelek salan di çiyayên Efrînê de li hemberî leşkerên Ereb serê xwe netewand. Gelek partiyên Kurd ên Suriyê xwe di nava gelê Efrînê de birêxistin kiribûn, bi taybetî jî partiyên bi ser başûrê Kurdistanê ve girêdayî. Di çarîka dawîn a sedsala 20’an de, bi derbasbûna PKKê a rojavayê Kurdistanê re, di nava gelê Efrînê yê welatparêz de geşbûnek mezin xuyakir û himbêza xwe ji şoreşvanên Kurd re vekirin. Wek bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê, Efrînê jî, bi sedan keç û lawên xwe kirin qurbana azadî û serfiraziya Kurdistanê. Bi sedan ciwanên Efrînê derketin serê çiyayên

Kurdistanê, li Dêrsim, Botan, Serhed, Qendîl û Amedê li hemberî neyaran şer kirin, xwîna xwe rijandin. Heya niha jî bi sedan ciwanên Kurd ên ji bajarê Efrînî di nava Yekîneyên Parastina Gel de YPG de cih digrin û herêmên Kurdan û gelên ku li wir dijîn diparêzin û têkoşîna azadiyê berdewam dikin.

Keça Kurd Mamosteya Zimanê Kurdî

Lîlav Ala Xweşikbûna Efrînê Wiha Pênase Dike.Efrîn ew parçeyê bihuştê ye ku xweda jibîr kiriye ku rake ezmanan. Efrîn ew periya rengîne ya ku xwe di nava deryayan de veşartiye. Îro ez Efrînê dixim govenda peyvên xwe û ez beşdarî nimêja meleyê wêje û helbestan dikim. Li ber her tîpeke navê wê, li ber her pelek ji darên wê, li ber her kevirekî bi navê wê Xweda bang dike, li deşt û newalên wê. Efrînê navê xwe ji ava Efrînê girtiye ji ber ku wê avê riya xwe di nav bajêr re biriye. Weke evîndarekî di nava dilê yara xwe de hin caran dîn û belav dibe, hin caran jî hêdî û aram dibe. Bajarê Efrînê nêzî deryaya spî ye, havînan germ û zivistanan jî sar e, ji ber vê yekê gelek cureyên daran lê çêdibin, fêkî, sebze, ceh, genim, lê dara herî zêde lê çêdibe Zeytûn e, ev dar barekî mezin di zehmetiya jiyanê de hildide ser milên xwe, ji ber vê yekê Efrînî Zeytûnê weke dareke pîroz dibînin. Erdnîgariya vê herêmê gelekî xweş e, tê de deşt , çiya û newal hene , pir û rûbar hene , çiyayên weke Lêlûn û Hewarê hene. Xwezaya wê weke zarokekî yek rojî ye. Ji ber ku hîn bi destên mirovan qirêj nebû ye. Di Efrînê de cudabûneke netewî û Olî heye, ev cuda bûn jî dewlemendiyeke mezin dide wê. Di hundirê Efrînê de Sûnî, Elewî, ezdayî, Kurd, Ereb, û Tirkman hene, Efrîn wan tevan weke zarokên xwe hembêz dike û diparêze. Ji aliyê çand û hunerê ve, Efrîn gelekî dewlemend e, hunermendên weke Elî Tico yên ku stranên wî hemû pend û şîret in, wî gotin û awaza stranên zindî çêdikir û di heman demê de zindî distira. Ev yek jî bêguman fikir û tecrubeyeke mezin dixwaze. Her wiha hunermend Xelîl Xemgîn ê ku stranên wî agirê şehîd û şoreşê di hindirê mirov de geş dike. Cemîl Horo yê ku dengê wî mirov bi bask dike û li ser çiyayê kurmênc difirîn e. Lê belê ez dibînim ku ji aliyê wêje û nivîsandinê de, lewazbûneke mezin heye, ez nizanim sedem ji bo ku çanda xwendinê di nava me de nîn e, an jî ji ber ku afirandin şert û mercên taybet dixwaze û ew ne amade ne, an jî rêjîmê ew derfet nedaye gelê Kurd, lê ez bawerim her çiqas zor û zehmetî û qedexebûn hebin, Efrîn bi xweşikbûn û rengînbûna xwe, bi xemgînî û şahiya xwe hêja ye ku ji bo wê hinek helbest û nivîs bên çêkirin. Hinek şer bikin , hinek bigrîn, lê li dawiyê jî bikenin û bilîlînin. Efrîn, ev keça nazik û delal mezin bûye, lê îro li hemberî dijmin û neyaran dibe weke şêrekî dijwar. Efrîn bi hezaran şehîd dane, ev e mîrasa wê ya giranbiha, ev e roja wê ya her tim riya wê ronî dike. Efrîn ne ji bo xwe tenê, lê ji bo gelên din jî rizgar bibin, ked û şehîd dane weke Suleyman Helebî yê ji gundê Kokanê. Bi rastî her yek ji keç û xortên Efrîna rengîn dibin tivingek ji agir gava kes nêzî wan dibin, Ev hestên dihatin min havîna par, gava ez û birayê xwe bi hevala rûbiken, ew keça Amedî re çûn tepê Qestelê, ji wir ve Efrîn, Kils, Ezaz baş xweya dikir. Lê Efrîn cuda bû, bûkek bû, Zîna Cizîra Botanê bû ya ku kes layiqî wê nîne ji bilî Memê alan. Efrîn ew gula veşartî ya di nava rûpelên pirtûkan de bû. Ew keçeke qeleng biha ya ku kes nikare, ne Tirk û ne Ereb, ji ber qelenga wê bi xwîna çavreş û hêstirên dayîkan bi xwêdan û keda ciwanan, bi nalîna li ber berf û baranan e. Wê gavê, wê keça Amedî ji min re got: Te tiştek ji Amedê re nehêşt. Min got: Amed paytexte, lê Efrîn baxçê biharan e. Efrîn germahiya evîna ciwanan e. Efrîn mîra dil û cegeran e.

Ji Kovara Penusa Ziman 

Amadekar :şêrwan yûsiv û selahedîn yûsêv